Serokomarê Fransayê Macron: Divê Tirkiye dawî li operasyonê bîne
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron operasyona Tirkîyê ya dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir diyar kir ku divê Tirkiyê dawî li operasyonê bîne.
Macron diyar kir ku ew dixwaze tavilê Tirkiye dawî li operasyonê bîne. Macron got, “Tirkiye ji bîr dike ku li Sûriyê armanca sereke ya rayagiştî ya navndewletî têkoşîna li dijî DAIŞê û terorê ye.”
Macronî da zanîn ku Tirkiye bi helwesta xwe rê li ber qeyraneke însanî vedike ku DAIŞ dikare ji nû ve xîlafetê çêke.
Wezîre Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian jî ji li ser hesabê xwe yê Twitterê operasyona Tirkîyê şermezar kir. Le Drian diyar kir ku bi operasyona Tirkiyê re bo Ewropayê rîsk çêdibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin