Macron û Fuad Husên li Glasgowê civiyan

02 November 2021 17:56 0 dîtin
Macron û Fuad Husên li Glasgowê civiyan

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li konferansa Glasgow a Keşûhewayê hevdîtinek pêk anîn.

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên beşdarî konferansa 26 aliyên rêkeftina Neteweyên Yekbûyî ya li ser keşûhewayê ya li bajarê Glasgow ê Skotlandê bûye û di çarçoveya wê civînê de ligel Macron civiyaye.

Hat ragihandin ku Macron û Husên guftûgo derbarê pêşhateyên Rojhilata Navîn, pêwendiyên Bexda û Parîsê, hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê û avadankirina Mûsilê kirine.