Mazlûm Ebdî, bang li xelkê Rojava kir ku vegerin warê xwe

21 October 2022 17:00 0 dîtin
Mazlûm Ebdî, bang li xelkê Rojava kir ku vegerin warê xwe

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, bang li xelkê Rojavayî yên ku li Cezayîrê asê mane, kir. Ebdî, di banga xwe de diyar kir ku ew ji bo hêsankariya vegera wan, amade ne.

FermandarêGiştî yê  HSDê Mazlûm Ebdî, bi rêya daxuyaniyekê bang li xelkê Rojava kir ku yên li Cezayîrê asê ne, bila vegerin warê xwe û ew ê Rêveberiya Xweser a Rojava hemû derfetên ji bo vegerê bi kar bîne.

Ebdî da zanîn ku hem ji bo kesên bixwazin vegerin dê hêsankarê bên kirin hem jî ji bo kesên asê mane dan û stendinên dîplomatîk hatine destpêkirin.

Di mehên borî de bi sedan Rojavayî bi rêya deryayî xwestibû ku derbasî Ewropayê bibin û di wê rêwîtiya xeternak de 18 ciwanên Rojavayî li bajarê Oranê yê qerexa Cezayîrê xeniqîbûn. Her wiha bi sedan Rojavayî û Suriyeyî jî niha li Cezayîrê asê mane û dixwazin vegerin warê xwe.