Mazlûm Ebdî: Êrîsa dewleta Tirk berdewamiya polîtîkayên qirkirina Kurdan e

27 December 2021 12:02 0 dîtin
Mazlûm Ebdî: Êrîsa dewleta Tirk berdewamiya polîtîkayên qirkirina Kurdan e

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê Mazlûm Ebdî peyamek belav kir û da zanîn, êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Kobanî, berdewamiya polîtîkayên qirkirina Kurdan e.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê Mazlûm Ebdî, li ser êrîşa ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Kobanî pêk hatibû daxuyaniyek belav kir û eşkere kir: “Êrişa Dewleta Tirk ya li ser malekî sivîlan ku tê de 9 endamên ciwanên şoreşger kombibûn û di encamê vê êrişê de 5 ciwan şehîd ketin, berdewamiya êrişên qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk in.”

Herwida destnîşan kir: “Dewleta Tirk bi van êrîşan ve, ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûrî dike armanc.”