Mazlûm Kobanî bi aliyên berpirsiyar, kesayet û rîspiyên Dêrezorê re civiya

18 December 2021 15:33 0 dîtin
Mazlûm Kobanî bi aliyên berpirsiyar, kesayet û rîspiyên Dêrezorê re civiya

PeyamaKurd – Fermanderê Giştî yên hêzên HSDê Mazlûm Kobanî, li Rojhilatê Dêrezorê bi aliyên berpirsiyar, kesayet û rîspiyên wê navçê re civiya.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di civîneke bi kesayetiyên navçeyê re diyar kir, her danûstandinek ligel hikûmeta Sûriyê, wê nûnerên hemû pêkhateyên herêmê tê de beşdar bin.

Mazlûm Kobanî da zanîn: "Her danûstandinek li gel rejîmê bibe, xelkê Dêrezorê wê di nav de bin, xelkê Reqayê wê di nav de bin, xelkê Minbic wê di nav de bin. Wate wê nûnerên hemû pêkhateyên herêmê di nav de bin. Em hemû bi hev re ne û çarenivîsa me yek e û şehîdên HSDê ji hemû pêkhateyan in. HSD hêzeke serbazî yekgirtî ye û dema me Dêrezor rizgar kir, xelkê Dêrezorê beşdar bûn û şehîd bûn û her çareseriyek bibe, divê ew beşdar bin."

Di civînê de, Fermanderê Giştî yê HSDê eşkere kir, ew pabendî rêkeftina kêmkirina tundûtûjiyê ne, lê Tirkiyê di hewlên wergirtina rizamendiya navdewletî ji bo êrîşeke nû li dijî herêmê berdewam e.

Li gorî Medyaya fermî ya HSDê, di heman serdanê de, Fermanderê HSDê ligel fermandeyên serbazî û emnî civiya ye û ji wan xwestiye ku aramî û ewlehiya herêmê biparêzin.