Mazlûm Kobanî: Em ê bi hewlên yekrêziya aliyên Kurdî dagirkeriya Tirkî têk bibin
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî di nameyekê de, ji bo paneleke di derbarê şerê taybet de çend peyam da.
Di nameye de Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî dibêje, “Me rêkeftin li gel Rûsan û Amerikiyan kirine. Em amade heman rêkeftinan li gel her aliyekî bikin ku xizmeta gelê me bike.”
Fermandarê Giştî yê HSD di wê nameya xwe de got, “Dijmin dixwaze gelê Kurd ji hev cuda bike û hêza serbazî û siyasî perçe pike.”
Di derbarê danûstandinên aliyên siyasî yên Kurd li Rojava ji bo pêkanîna yekrêziyê jî Mazlûm Kobanî tekez kir, “Em kar li ser diyaloga Kurdî-Kurdî dikin û em pêşketinê dibînin” û got, “Em ê bi hewlên yekrêziya aliyên Kurdî, temahiyên dagîrkeriya Tirk têk bibin.”
Herwiha di wê nameyê de General Mazlûm Kobanî aşkere kir, “Di nava herdu mehên pêş de, em dê kongreyeke diyalogê bo hemû pêkhateyên herêma Cizîrê li dar bixin.”
Di derbarê rêveberina deverên li jêr desthilata hêzên HSDê de jî Mazlûm Kobanî got, “Em înkar nakin ku şaşiyên rêveberî hene. Divê gelê me çavdêr be li ser Rêveberiyê, gilî û rexneyan bike, lê bi pey gotegotên xirab nekeve.”
Herwiha di dewama peyamên xwe de Fermandarê Giştî yê HSDê got, “Me hevdîtin ligel kompanyayên navdewletî kirine ji bo xizmeta gelên bakur û rojhilatê Sûriyê. Em amade ne hevkariyê li gel kompanyayên navdewletî bikin ji bo xizmeta gelê me.”
General Mazlûm Kobanî herwiha destnîşan kir, “Me rêkeftin li gel Rûsan û Amerîkiyan kirine. Em amade ne heman rêkeftinan li gel her aliyekî bikin ku xizmeta gelê me bike.”
Di dawiya peyama xwe de General Mazlûm Kobanî tekez kir, “Dijminê me her tişta ji dest tê dike, da ku civak û ewlehiya me têk bibe. Divê em li dijî van siyasetên dijminane rawestin. Dagîrkeriya Tirk niha şerê taybet bi rêya torên nokeran dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin