Mazlûm Kobanî: Tirkiye dixwaze bi rêya Heyet Tehrîr El-Samê siyaset û armancên xwe pêk bîne
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî diyar kir: “Tirkiye dixwaze bi rêya Heyet Tehrîr El-Şamê, siyaset û armancên xwe pêk bîne.”
Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) li Şehbayê bi navnîşana “Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiyê û Sûriyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyeya demokratîk re” komxebatek birêve bir. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî jî bi awayekî online beşdarî komxebatê bû û behsa armancên Heyet Tehrîr El Şam li ser herêma Efrînê û nêzîkbûna Tirkiyê bi hikumeta Şamê re kir.
Mazlûm Kobanî diyar kir, piştî 4 salan ji dagîrkirina Efrînê, dewleta Tirkiyê ji bo dagîrkirina hinek navçeyên din ji Sûriyê dixwaze bi rêya Heyet Tehrîr El-Şamê, siyasetên xwe derbas bike û armancên xwe pêk bîne.
Mazlûm Kobanî eşkere kir: “Dagirkeriya Tirkiyê îro planên xwe bi rêya rêxistina El Qaîdeyê ku Heyet Tehrîr El Şam nûnertiya wê dike, mayînde dike. Ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê jî alîkariyê jê dixwaze. Lê belê tiştê ku ji cîhanê re dixuye; ew şerê terorê dike. Ev tenê xapandina cîhanê ye, divê em teşhîr bikin. Efrîn ne tenê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve, lê belê bi komployeke mezin a ji aliyê hemû welatên cîhanê ve hat dagirkirin. Mijar ne tenê leşkerî bû.”
Herwiha Fermandarê Giştî yê HSDê nêzîkbûna di navbera her du hikûmetên Sûriye û Tirkiyê de red kir û destnîşan kir, eger pêwendiyên wan baş bibin, ev tê wê wateya ku hikûmeta Sûriyê ji kiryarên Tirkiyê û dagîrkirina wê razî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin