McKenzie: Amerîka amade ye bersiva êrîsên Îranê bide
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Frank McKenzie, li ser îhtimala êrîşên hêzên îranî di salvegera kuştina Qasim Suleymanî de got, Amerîka amade bersiva êrîşên Îranê yên ser armancên Amerîkî bide.
McKenzie li Iraqê serdana baregeha Tenef a li Bexdayê kir û bi fermandarê hêzên hevpeymaniyê Paul Calvert û sererkanê Irapê Abdulemîr Yaralla re civiya.
McKenzie di serdana xwe de daxuyanî dan û li ser êrîşên milîsên Îranê di salvegera kuştina Qasim Suleymanî de got, “Em amade ne xwe û dostên xwe biparêzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin