Petraeus: Êrîsên dronan kêseyeke cidî ji Amerîkayê re çêkiriye, loma bersiva wan da
PeyamaKurd – Fermandarê berê yê Hêzên Amerîkayê yê li Rojhilata Navîn General David H. Petraeus, derbarê êrîşên van demên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê û hêzên Amerîkayê ku ji aliyê komên milîs ve têne encamdan axivî û diyar kir; ew komên milîs ên nêzîkî Îranê, di van 20 salên dawî de serêşiyeke mezin ji bo Amerîkayê çêkirine, ji ber vê yekê êrîşên esmanî yên van rojên dawî yên li ser sînorê Iraq û Sûriyê pêwîst bûn.
General David H. Petraeus ji The Washington Post re da zanîn: “Bi rastî êrîşên dronan kêşeyeke cidî ji Amerîkayê re çêkiriye, loma Amerîkayê bersiva wan da.”
Petraeus eşkere kir: “Ew komên milîs ên nêzîkî Îranê, di van 20 salên dawî de serêşiyeke mezin bo Amerîkayê çêkirine. Eger were bîra we, me karîbû bi ser wan de biserbikevin û gefa wan ji holê rakin, lê piştî hatina DAIŞê, wan careke din xwe rêxistin kirin û vê carê gelek bihêztir in û ji aliyê Îranê ve hatine perwerdekirin û çek dane wan. Ji wê demê ve ew kom bi rêya moşek û dronan, bi awayekî berdewam hêzên Amerîkayê kirine armanc.”
Herwiha destnîşan kir: “Ev tevî wê yekê ku niha çend hezar serbazên me li Iraq û Herêma Kurdistanê hene, ku li wan deran jî hêzên me kirine armanca wan êrîşan, ji ber vê yekê êrîşên esmanî yên van rojên dawî yên li ser sînorê Iraq û Sûriyê pêwîst bûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin