NCRI: Heza Qudsê ji bo êrîsên esmanî û hezên xwe yên wekalet dronan pirtir bi kar tîne

07 October 2021 12:59 0 dîtin
NCRI: Heza Qudsê ji bo êrîsên esmanî û hezên xwe yên wekalet dronan pirtir bi kar tîne

PeyamaKurd – Civata Niştîmanî ya Rikeberîya Hikûmeta Îranê (NCRI) diyar kir, Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) yan Heza Qudsê, ji bo êrîşên esmanî û peydakirina hezên xwe yên wekalet, dronan pirtir bi kar tîne.

Civata Niştîmanî ya Rikeberîya Hikûmeta Îranê (NCRI) da zanîn, Heza Qudsê berpirsê operasyonên Îranê yên li derveyê welêt e.

NCRI eşkere kir, Îran dronan wek rêka sereke ya pêkanîna êrîşên esmanî bikar tîne.

Herwiha NCRI diyar kir: ‘‘Bi piranî bo operasyonên xwe yên terorîst û herwiha ji bo peydakirina hêzên xwe yên wekaletê, li herêmê cûrbecûr dronan (UAV) bikar tîne.’’

Rexistinê destnîşan kir, dron li heşt kargehên Îranê têne çêkirin, carnan materyalên ku ji derve têne qaçax kirîn, bikar tînin, û pişt re dişînin welatên mîna Iraq û Sûrîyê ku li wir çêkirina wan tenê temamkirin.

NCRI da zanîn, ji bo çêkirina dronan, Îran hin beşênwek motor û elektronîkî ji Çînê, Tirkiye û Koreya Başûr, bi qaçaxî tîne.

Ew dîmenên ku ew îda dike ji kargehên hilberîna dronan pêşkeş kir, ne mimkin e ji hêla çavkaniyên serbixwe werin piştrastkirin.

Komê ragihand, niha fermandarîyeke dronan a pispor di nav pênc yekîneyên fermandariya hêza esmanî ya Hêza Qudsê de heye.

Fermandariya dronan, çend komên xwe li li bingehên cuda yên li seranserê Îranê bi cîh kiriye.

Hevdem, NCRIyê diyar kir, di şerê Sûrîyê de, Îran piştgiriya rejîma Serok Beşar Esed dike, Hêza Qudsê "bi berdewamî"dronan bikar tîne da ku hêzên opozîsyona Sûriyê destnîşan bike û êrîşî wan bike.

Civata Niştîmanî ya Rikeberîya Hikûmeta Îranê (NCRI), baskê siyasî yê rêxistina Mujahedin Xelq (MEK) e û li Îranê qedexe ye.

Komê eşkere kir, wê agahdariyên xwe li ser raporên ku ji tora piştgirên MEKê, ya ku îda dike li hundurê Îranê piştvaniya wan dike, amede kiriye.