Meclîsa Elmanyayê ji bo Efrînê civîn çêkir: Divê Tirkiye êrîsên xwe bisekinîne
Di meclîsa Elmanyayê de li ser rojeva operasyona li dijî Efrînê tê kirin, civînek hate lidarxistin. Partiyên hikûmetê û muxalefetê jî tevlî vê civînê bûn. Di heman demê de qasidê Tirkiyê yê Berlînê Ali Kemal Aydın ji di civînê de bû.
Di civînê de hate qebûlkirin ku êrîşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê, li dijî huqûqa navdewletî ye. Parlamenterên ku beşdarî civînê bûn, Tirkiye bi zimanekî tûj rexne kirin û di heman demê de tewra Elmanyayê ya li ser Tirkiyê jî xelet û zêde nerm hate dîtin.
Di civînê de pêşiyê wekîl Armin-Paulus Hampel axivî û wiha got: Di vê operasyonê de tewra Tirkiyê li dijî huqûqa navnetewî ye, ez vê tel’în dikim. Em dixwazin ku hikûmeta Elmanyayê jî vê tel’în bike. Di platforman Yekîtiya Ewrûpayê de jî em ê li ser vê mijarê biaxivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin