Medvedev: Dibe ku êrîseke wekî 11ê Îlonê çêbibe!

11 September 2023 15:33 0 dîtin
Medvedev: Dibe ku êrîseke wekî 11ê Îlonê çêbibe!

PeyamaKurd- Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev diyar kir ku di demeke nêzîk de dibe ku Amerîka rastî êrîşeke mîna 11ê Îlona 2001ê were.

Dmitriy Medvedev îdia kir ku dibe ku Amerîka di demeke nêzîk de rastî êrîşeke mîna 11ê Îlona 2001ê were û ev êrîş bi êrîşên nukleerî were kirin. 

Medmedev, li ser hesabê xwe yê fermî yê Telegramê nivîsek parve kir û di serê nivîsê de got ku “Ji 11ê Îlonê çend peyv.” Di dawiya nivîsa xwe de jî diyar kir ku  “Amerîka dê bi şêwaza 11ê Îlona 2021ê rastî êrîşeke din were lê belê dê bi pêkhateyên nukleerî yan biyolojik be.”

Medvedev, di nivîsa xwe de destnîşan nekir bê ka ev êrîş dê ji aliyê Rusyayê ve bê kirin an na.

Di hevpeyvîneke ku meha borî Medvedev bi ajansa nûçeyan a dewleta Rusî Tassê dabû de şîroveyên bi vî rengî kiribûn û îdia kiribû ku Amerîka û welatên din ên rojava nêzîkî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ye.