Medvedev: Serê Cîhanê yê Sêyem nêzîk dibe
PeyamaKurd – Medvedev di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, Lûtkeya Lîderên NATOyê ya li Vilniusa paytexta Lîtvanyayê hat lidarxistin nirxand.
Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmitriy Medvedev bertek nîşanî biryara zêdekirina alîkariya çekan a ji bo Ukraynayê ya di civîna NATOyê de da û got, “Ev xirecir e. Şerê Cîhanê yê Sêyem nêzîk dibe.”
Medvedev di daxuyaniya xwe ya nivîskî de Lûtkeya Lîderên NATOyê ya ku li Vilniusa paytexta Lîtvanyayê hat lidarxistin nirxand.
Medvedev diyar kir, encamên ku di civîna NATOyê de hatin bidestxistin li gorî hêviyên Rûsyayê ne û wiha got: “Betalkirina plana çalakiyê ya têkildarî endamtiya Ûkraynayê ya NATOyê. Yan3i pejirandina zûtir. (Ukraynayê) Vexwendina welatê (Ukraynayê) '404' ji bo NATOyê ne diyar e, lê belê wê kengî û di bin çi şert û mercan de bên qebûlkirin.”
Medvedev amaje bi wê yekê kir ku belkî dê Ukrayna ti carî di NATOyê de neyê qebûlkirin û got, “Tiştê ku realîstên di Hevpeymaniyê de ditirsin bi dengekî bilind bibêjin ev e. Herwiha wê piştgiriya çekan ji rejîma Kîev re bi her awayî bê zêdekirin, di nav de moşek, bombeyên goşeyî û balafiran."
Medvedev destnîşan kir, Rojava dîn e û wiha got: “Rojavaya ku dîn bûye, nikare tiştekî din bifikire. Ew di asta herî bilind a pêşbîniyê de heya xala ehmeqiyê ne. Ev cadeyeke mirî ye. Şerê Cîhanê yê 3. nêzîk dibe."
Medvedev diyar kir, wateya van encaman ji bo Rûsyayê diyar e û got, “Operasyona leşkerî ya taybet wê bi heman armancan bidome. Yek ji wan redkirina endametiya NATO ya koma Nazî ya Kîevê ye ku me ji destpêkê ve li ser israr kir, ne mimkûn e. Ji ber vê yekê divê ev kom bê tasfiyekirin ku ev jî mimkun û pêwîst e.”
Ji aliyê din ve Medvedev îdiaya ku Ukraynayê li Zaporojiyayê li dijî Tokmakê bi bombeyên goşeyî êrîş pêk aniye nirxand û got, "Hat ragihandin ku bi bombeyên goşeyî êrîş li Tokmak hatiye kirin. Wê demê dem hatiye ku em cebilxaneya xwe ya van çekên dijmirovahî rakin." "
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê Civîna Serokên NATOyê de nirxandinek kir.
Zaharova bi bîr xist ku di daxuyaniya NATOyê ya di lûtkeya li Lîtvanyayê de hat weşandin de hat gotin ku Îtîlaf bi Rûsyayê re nagere û wiha got: “Bêguman NATO bi Rûsyayê re nagere. NATO tenê tê de beşdar dibe."
Zaharova gotinên Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg nirxand û got, "Eger Ukrayna di şer de bi ser nekeve, endamtiya wê ya di NATOyê de dernakeve."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin