Medya Amerîkî hejmara DAISiyên di destê HSDê de eskere kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku zêdetirî 2 hezar terorîstên ji welatên biyanî yên rêxistina DAIŞê niha di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de girtî ne.
Li gor nûçeya CNNê ku dispêre çavkaniyên rêveberiya Amerîkayê, di destê HSDê de zêdetirî 2 hezar terorîstên DAIŞê yên biyanî hene.
Herwiha tê diyarkirin ku li tevaya Iraqê û Sûriyê hemwelatiyên wan welatan jî di nav de, zêdetirî 9 hezar terorîstên DAIŞê girtî ne.
Rêxistina DAIŞê 23yê Adarê hemû herêmên devera Dêrazorê li Sûriyê ji dest dabû û herî dawî jî bi rizgarkirina bajaroka Baxozê re ti herêmek di destê DAIŞê de nemabû.
Hemû milîtan û malbatên DAIŞiyan li kampan hatine bicihkirin ku tenê li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê nêzî 100 hezar kes dimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin