Medya Rûsî: Bexdadî di destê hêzên Amerîkî de ye û…

11 February 2019 12:11 0 dîtin
Medya Rûsî: Bexdadî di destê hêzên Amerîkî de ye û…

PeyamaKurd – Medya Rûsî îdia kir ku serokê rêxistina terorîst DAIŞê Ebubekir Bexdadî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve li cihekî veşarî tê girtin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Rûsî ku roja yekşemê ragihandiye, Bexdadî li herêma Dêrazorê bi operasyoneke daxistina helîkopterê hatiye destgîrkirin û tê pêşbînîkirin, bidawîanîna DAIŞê li demeke nêzîk were ragihandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî roja çarşema borî ragihandibû ku muhtemel e hefteya pêşiya me, bi fermî ragihînin ku sedî sed DAIŞ hatiye dawîkirin.