Medya Tirk: Bahçelî siyasetê berdide, Soylu dibe serokê MHPê

15 November 2019 20:46 0 dîtin
Medya Tirk: Bahçelî siyasetê berdide, Soylu dibe serokê MHPê

PeyamaKurd – Nivîskarê rojnameya Korkusuz a tirkî Ahmet Takan, li gorî zanyariyên bidest xistine îdia kir ku dê piştî serokê niha yê Partiya Netewperest a Tirk (MHP) Devlet Bahçelî, wezîrê navxwe yê niha Suleyman Soylu bibe serokê wê partiyê.

Ahmet Takan di nivîsa xwe ya îro de dibêje, “Heger hûn piştî Devlet Bahçelî li ser serê MHPê wezîrekê AKPê bibînin şaş nemînin.”

Takan navê wî wezîrê AKPê eşkere neda, lê li gorî nirxandinên medya tirk ew kes Suleyman Soylu ye ku bi dijatiya Kurdan û netewperestiyê tê naskirin.

Li gorî wî nivîskarê tirk Erdogan ku serokê AKPê ye, bixwe difikire Soylu deyne ser serê MHPê ku ji ber kêşeyên tenduristî îhtimal heye Devlet Bahçelî siyasetê berde û herdu serok jî li ser destnîşankirina Soylu hevnêrîn in.