Meha nîsanê jî li Kurdistanê berf bariya

22 April 2018 00:59 0 dîtin
Meha nîsanê jî li Kurdistanê berf bariya

PeyamaKurd - Li gor zanyariyên berdest, îro berê sibehê li bajarên wekî Bêdlis, Erzirom û Qersê berf barî û di encamê de welatî rastî zor û zehmetiyan hatin.

Li bajarên Kurdan ên wekî Bêdlîs, Erzirom û Qersê baran ku duhî şev destpê kir, serê vê sibehê veguherî berfê. Herwiha li navçeyên Qamûşan û Dîgorê yên bajarê Qersê jî berf barî û ev barina berfê ya di demsala biharê bû sedema kêfxweşiya xelkê. Lê barîna berfê ji bo ajokarên wesayitan bû sedema zor û zehmetiyê.

Ligel vê yekê hat ragihandin ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê û bajarê Erziromê jî, bi taybetî li derdora çiyayê Palandokenê berf bariye.