Mele Bextiyar îro ji Almanyayê vedigere Herêma Kurdistanê

13 November 2021 15:28 0 dîtin
Mele Bextiyar îro ji Almanyayê vedigere Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar, îro ji Almanyayê vedigere Herêma Kurdistanê.

Berpirsê Ofîsa Ragihandina Mele Bextiyar Merîwan Elî diyar kiriye, wê îro Şemiyê, Mele Bextiyar ji nexweşxaneyê derkeve û ji Berlînê ber bi Silêmaniyê ve bi rê bikeve û di saet 1 balafira Mele Bextiyar digîhe Silêmaniyê.

Piştî ku pizîşkan pişkinînên dawiyê ji Mele Bextiya re li Almanya çêkirin, rê dane wî ku ji nexweşxaneyê derkeve û vegere Kurdistanê, û biryar e piştî vegera xwe, Mele Bextiyar konferanseke rojnamevanî li dar bixe.