Merkel di hedefa Trump de bû

07 July 2018 18:10 0 dîtin
Merkel di hedefa Trump de bû

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li eyaleta Montanayê mîtîngek pêkanî û di mîtîngê de serokwezîra Almanya Angela Merkel di hedefa wî de bû. Trump di axaftina xwe de bo Merkelê weha got:

“ Tu dixwazî ji Rûsyayê xwe biparêzî lê diçî bi wan re peyman çêdikî û bo xaza Rûsyayê bi mîlyaran pere didî. Tew di ser de tu pere nadî NATO yê.”

Di mijara alîkariya NATO yê de jî Trump got ku divê endamên NATO yê bêhtir pere bidin NATO yê. Bi sedema ku Almanya tenê % 1 ê hasila xwe ya nesafî pere dide NATO yê, Almanyayê rexne kir. Trump weha dewam kir:

“ Almanya dewleta herî mezin ya Yekîtiya Awrûpayê ye. Almanya tenê % 1 lê tenê %1 dide. Min ji Angela re got ‘tu zanî Angela, ez garantî nakim lê we diparêzim. Vateya wê, ji me bêhtir bo we giringiya wê heye. Bi parastina we, em çendîn parastinê bi dest dixin meçhûl e.”

Trump dibêje ku ew ahmeqin (Amerîka) ji ber ku temamê mesrefê ew didin. Lê wê Amerîka bi tena serê xwe mesrefê negre ser xwe. Trump got:

“Ez ê herim NATO yê û ji wan re bêjim êdî hun perê fatûrayên xwe bidin. Amerîka nikare her tiştî çareser bike.”

Trump dê hefteyeka dinê here û tevlî civîna NATO yê ya li Brukselê bibe.