Mesrûr Barzanî bi hejmarek ciwanên afirîner ên Kurdistanê re civiya

09 February 2021 14:00 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi hejmarek ciwanên afirîner ên Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi hejmarek ciwanên afirîner ên Herêma Kurdistanê re civiya û piştî civînê diyar kir, astengiyên li pêş projeyên ciwan derdikevin, dê li Encûmena Wezîran guftûgo li ser bêne kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser “Facebookê” girtevîdyoya pêşwazîkirina li hejmarek ciwanan belav kir û nivîsî: “Min vê hefteyê dema xwe ji bo guhdarîkirina li hin ciwanên afrîner ên Kurdistanê veqetand, ew bi bîrokeyên nû rûbirûyî pirsgirêkên li pêş wan radiwestin dibin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn, Hikûmetê girîngiyeke taybet ji bo pêşxistina sektora taybet daye, soz jî daye ku astengiyên li pêş projeyên ciwan derdikevin dê li Encûmena Wezîran guftûgo li ser bên kirin.

Wan ciwanan, di hevdîtina xwe de ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re, behsa astengî û arîşeyên di dema karkirina wan li ser bîroke û dahênanên xwe dikin de li pêş wan derdikevin kirin kirin.

Ciwanên bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civîne, xweşhal in ku wan behsa astengî û arîşeyên li pêş wan derdikevin kirine û ji nêzîk ve guh li wan hatiye girtin û dibêjin, hesteke xweş e ku Serokwezîr guh bide astengiyên wan.

<>