Mesrûr Barzanî: Bi taybet bo tawanên dijî Êzidiyan em pistevanê dadgehkirina DAISiyan e

19 June 2019 16:12 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Bi taybet bo tawanên dijî Êzidiyan em pistevanê dadgehkirina DAISiyan e

PeyamaKurd - Serokwezîrê erkdarkirî bo pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê ya nehemîn Mesrûr Barzanî îro bi Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bo Lêkolînên di Tawanên DAIŞê Kerîm Esed Ehmedxan re civiya û behsa çareserkirina pirsgirêka endamên DAIŞê yên desteserkirî hat kirin.

Di civînê de Mesrûr Barzanî pêzanîna xwe li hember biryara Netewên Yekgirtî ya taybet bi lêkolînên di tawanên DAIŞê û pêngavên proseya dadgehkirin û sizadana tawanbarên DAIŞê de nîşan da û ragihand, wek dezgehên Herêma Kurdistanê piştevaniyê li bicihkirina yasaya dadgehkirina DAIŞê dikin, bi taybet li ser tawanên ku di derheqê Êzidiyan de kirine.

Herwiha tekezî li wê yekê kir, hemû hevkarî û alîkariyê pêşkêş dikin, ji bo ew tawanbar bêne pêş dadgeheke navdewletî û bêne dadgehkirin.

Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bo Lêkolînên di Tewanên DAIŞê, buxteyek derbarê erk û karê pê hatiye spardin diyar kir û bal kişand ser tawanên DAIŞê li Iraq û Kurdistanê encam dane û got, ew dikevin çarçoveya jenosidê.

Derbarê encamên lêkolînê û proseya dadgehkirinê de ragihand, ku ji bo cudakirina tawanbaran û amadekirina zemîna aştiya niştimanî ye.