Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Darayî yê Îmaratê Sêx Mektom re civiya

27 March 2022 15:04 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Darayî yê Îmaratê Sêx Mektom re civiya

PeyamaKurd – Hevdîtinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi berpirsên bilind ên Îmaratê re di roja xwe ya duyem de berdewam dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê li bajarê Dubey bi Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê û Serokê Encûmena Wezîran û Hakimê Mîrnişîna Dubey Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektom re civiya.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de Cihnişînê Dubey û Cîgirê Serokwezîrê Şêx Hemdan û Cîgirê Hakimê Dubey û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî Şêx Mektom Bin Mihemed Bin Raşid û berpirsên pilebilind ên Îmaratê amadehî kirin.

Di civînê de, guftûgo li ser pêşhat û guhartinên dawî yên Iraq û herêmê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hatin kirin.

Herwiha di hevdîtinê de, tekezî li girîngiya bihêzkirina dostanî û hevahengiya di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê di hemû waran de hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Îmaratê beşdarî Foruma Cîhanî ya Enerjiyê dibe ku di navbera rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubey birêve diçe.