Mesrûr Barzanî: Cejna Paskalyayê ya Mesîhiyan pîroz kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo pîrozkirina cejna Mesîhiyan ya bi navê Paskalyayê, peyamekî belav kir û di peyama xwe de hem cejna wan pîroz kir û hem diyar kir ku Kurdistan her wext bûye navenda pêkvejiyana baweriyan. Barzanî cejna Mesîhiyan pîroz kir û weha got:
“Ez ji Xwedê hêvî dikim ku rojî û diayên we qebûl bike û hun cejna xwe di nava xweşiyê û xêrê de derbas bikin. Kurdistan ji berê de navenda pêkvejiyana baweriyane û hukumeta Kurdistanê girêdayê pêkvejiyana kulturî û bawerya ye,hukumeta me wê wan biparêze û bipêşbixe.
Mixabin cejn kete rojên ku koronavîrus li dinyayê û Kurdistanê belav bûye. Bi wê sedemê ez daxwaz dikim ku hemû hemwelatî tedbîrên tenbduristiyê ji dest bernedin û xwe biparêzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin