Mesrûr Barzanî cejna Paskalyayê ya Xîrîstiyanan pîroz kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema hatina cejna Paskalyayê ya Xîrîstiyanan di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyameka pîrozbahiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Cejna Paskalyayê li temamê Xîrîstiyanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz dikim. Hêvîdarim em bi vê wesîlê, qiymetên xwe yên lêborînê, hezkirin û di nav pêkvejiyaneka aştiyê de xurt bikin, karibin hev hembêz bikin û werin cem hev.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin