Mesrûr Barzanî civîneke taybet li ser tapokirina zevîyan û cihên akincîbûnê birêve bir

16 June 2020 19:31 0 dîtin
Mesrûr Barzanî civîneke taybet li ser tapokirina zevîyan û cihên akincîbûnê birêve bir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya vîdyo konferansê seroktiya civîneke taybet bi tapokirina zevîyên kart û yekeyên akincîbûnê û xizmetguzarîyên wan cihan kir.

Di civîna ku cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek ji wezîrên peywendîdar beşdarî kirin de, gotûbêj li ser encamdana cudakirina zevîyên projeyan bi mebesta çareserkirina arîşeyên tomarkirina zeviyên akincîbûna wan hevwelatîyên ku bi şêwaza kart ji şarewanîyan wergirtine, hatin kirin.

Di daxuyaniya hikûmetê de hat gotin, “Herwiha temamkirina proseya tapokirina yekeyên akincîbûnê ku bi rêya weberhênanê hatine encamdan daku kiryarên wan bikarin bi fermî li fermangeha tapoyê tomar bikin.”

Di beşeke din a civînê de, mijara rêkxistina pareyên xizmetguzarî yên gund, bajar û komelgehên aknicîbûnê hate gînegeşekirin, tekezî hate kirin bi awayekî ev xizmetkarîyên hanê bên rêkxistin û hevsengî hebe di navbera şîyan û rewşa jîyara hemwelatîyan de. Hevdem jî parastina kalîteya xizmetguzarîyan li berçavan bê girtin.

Herwiha di civînê de, gotûbêj hate kirin derbarê lezkirina rêkarên yasayî yên qerebûkirina wan kesên zevîyên wan ketine nav nexşeya bineretîya bajêran û vemirandina ji xwedîyê wan re hatîye encamdan lê heya niha qerebû ne wergirtine.

Di civînê dre gotûbêj hate kirin li ser cîbicîkirina yasa û biryar û rênimayîyên taybet bi temlîkirina wan zevîyên akincîbûnê ku zêde ron e, anku neyasayî ne li gor yasaya perlemana Kurdistanê hejmare 2019 a taybet bi temlîkkirina wan zevîyên li sînorên şarevanîyan zêderoyî li ser hatine kirin. Bi awayekî ku li berjewendîya hevwelatîyên kêm dahat û deramet be. Bo nehiştina zêderoyê li ser zevîyên mulkên giştî.

Hat diyarkirin ku wezaretên peywendîdar pêşnîyazên xwe pêşkeş kirin û piştî gotûbêj û nerîn guhertinê pêşnîyazên wan hatin pesendkirin.