Mesrûr Barzanî: Destûr binemaya çareseriya hemû pirsan e
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matiyo Tuler kir.
Serokwezîr Barzanî di civîna ligel Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matiyo Tuler da pirsa peywendiyên Hewlêr- Bexda gotûbêj kir.
Di civînê da Matiyo Tuler behsa proseya dîplomasiyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê da kir û bal kişand ser ku ew wisa hest dikin proseyeke baş a diyalogê di navbera aliyan de heye û Amerîka jî piştevaniyê li vê yekê dike.
Herwiha Serokwezîr Barzanî behsa dîplomasiya Hewlêr Bexdayê jî kir û da zanîn ku li ser çend astan peywendiyên wan ligel Hikûmeta Iraqê berdewam dikin û destnîşan kir, destûr weke binemeya çareseriya hemû pirsan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin