Mesrûr Barzanî: Em dixwazin têkiliyên me bipêsbikevin
PeyamaKurd- Şîretkarê konseya asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê bi cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi Sedat Önal û heyeta pêre hevdîtinekî pêkanî. Di hevdîtinê de Barzanî ragihand ku ew bo berjewendiyên her dû aliyan û li ser bingeha cîrantiya her dû welatan, di her sehayê de dixwazin ku pêwendiyên xwe bipêşbixin. Di hevdîtinê de li ser avakirina hukumeta Kurdistanê ya nû û mijarên hevpar hat axaftin.
Sedat Önal jî di avakirina hukumeta nû de bo serokwezîrtiya Mesrûr Barzanî serkeftinê xwest û ragihand ku ew bi Kurdistanê re û di ser Kurdistanê re dixwazin têkiliyên xwe bi herêmên din yên Iraqê re bipêş bixin.
Di hevdîtinê de ewlekariya sînor û halê şîrketên Tirkiyê yên li Kurdistanê xebatê dikin hat gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin