Mesrûr Barzanî: Em dixwazin têkiliyên xwe bi hemû cîhanê re bihêztir bikin

06 February 2019 15:09 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin têkiliyên xwe bi hemû cîhanê re bihêztir bikin

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi balyozê Srîlanka yê li Iraqê re hevdîtinek pêk anî.

Encumena Asayişa Kurdistanê ragihand ku îro danê sibê Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Srîlanka yê li Iraqê Nirancan Aran Sînga û şanda pê re civiya.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di civînê de konsûlê fexrî yê Srîlanka yê ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo Srîlankayê girîng e û diyar kir, ew aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye her wiha girîngiya pêgeha wê dibe sebeb ku Srîlanka girîngiyê bide Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî di civînê de, girîngiya bihêzkirin û berfirehkirina pêwendiyên Kurdistan û Srîlankayê anî ziman û got, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi Srîlanka û hemû welatên cîhanê re kûrtir û berfirehtir bike.