Mesrûr Barzanî hisyarî da: Êrîsên ser deverên Kurdistanî bûye gefeke rasteqîn...
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser êrîşên DAIŞê yên şeva 2yê Kanûna 2022an li Sergeran a sînorê Qereçûx ê Mexmûrê ku 9 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûne, daxuyaniyek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hişyarî da û got, DAIŞ li ser jiyana xelkê herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûye gefeke rasteqîn.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, hevxemiya xwe bo şehîdbûna Pêşmergeyên qehreman anî ziman û ji malbat û kesûkarên şehîdên terora DAIŞê re sersaxî xwest.
Serokwezîr Barzanî got, DAIŞ li ser herêmên Kurdistanê gefeke cidî ye û pêwiste ji bo rê li ber zindîbûna wê bê girtin, hevahengî û hevkariya ligel hikûmeta federalî ya Iraqê bilez were bihêzkirin.
Serokwezîr Barzanî, ji bo dabînkirina aramî û ewlehiya li temamê Iraqê û herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û têkoşîna dijî gefên DAIŞê amadebûna Herêma Kurdistanê tekez kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin