Mesrûr Barzanî ji bo parastina zimanê Kurdî du fermanên girîng dan

21 February 2023 21:20 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji bo parastina zimanê Kurdî du fermanên girîng dan

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Sibatê di Roja Zimanê Dayîk a Cîhanî de, du biryarên girîng derbarê zimanê Kurdî de wergirt.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo girîngîdana zimanê Kurdî du ferman der kirin.

Di fermana yekem de hatiye gotin; ji bo girîngîdana bi zimanê Kurdî wek zimanê dayîk, "me biryar da bi raspartina herdu Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî û Wezareta Perwedehiyê bi hevahengiyeke ligel akademiya Kurdî û şareza û pisporên vî warî, bi amadekirina programeke guncaw a fêrbûna zimanê Kurdî ji bo wan welatiyên biyanî yên bi mebesta karkirinê, li Herêma Kurdistanê niştecî ne".

‘Divê li hemû saziyên hikûmî û nehikûmî Kurdî zimanê sereke be’

Di fermana duyem de Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû wezaret raspartin ku li gor zimanên fermî li Herêma Kurdistanê/Iraqê ya hejamra 6 a 2014an, ji bo parastina zimanê Kurdî wek zimanê sereke li Herêma Kurdistanê, karê pêwîst encam bidin ji bo nivîsîna tabloyan bi zimanê Kurdî li hemû sazî û fermangehên hikûmî û nehikûmî, nivîsingeh û nûnertî û konsulgeriya welatan, rêxistinên biyanî û kompanî û saziyên sektora taybet.

Serokwezîr herwiha xwestiye, li hotel û cihên geştyariyê û restorantan, divê girîngî bi zimanê Kurdî were dayîn û lîsteya xwarin û rêber û rênimayan, bi zimanê Kurdî jî hebe.