Mesrûr Barzanî: Jinên Kurdistanê di her warî de rola xwe îsbat kirine

21 December 2023 16:58 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Jinên Kurdistanê di her warî de rola xwe îsbat kirine

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgira Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ragihand ku jinên Kurdistanê di her warî de rola xwe îsbat kirine, bi berdewamî piştevaniya hêzên Pêşmerge dikin.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Yeketî Afretani Kurdistan) ku weke pêkhateya jinên PDKê hatiye avakirin, îro li salona Şehîd Seîd Ebdullah a Hewlêrê bi beşdariya Mesrûr Barzanî, wezîr û endamên yekîtiyê 9emîn kongreya xwe li dar xist.

9. Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ku bi dirûşma "Hêz û jêhatiya jinê bingeha aştî û pêşketina aborî ye" tê organîzekirin, wê 2 rojan berdewam bike.

Di kongreyê de Mesrûr Barzanî got: Yekîtiya Jinên Kurdistanê di qonaxên cuda yên têkoşîna rizgarîxwaziya gelê Kurd de xwedî dîrokeke tijî serwerî û serbilindî ye; “Yekitiya Jinan û bi giştî jinên Kurdistanê her tim piştevanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û di berevanîkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de li pêşiyê de bûne.”

Yekîtiya Jinên Kurdistanê ku di 11ê Kanûna 1952an de li Silêmaniyê bi dizî li mala Mîrza Gafûr hate damezrandin, weke pêkhateya jinan a PDKê, kongreya xwe ya yekemîn di sala 1963an de li dar xist.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê ji destpêka damezrandina xwe ve, parastina maf û berjewendiyên jinên Kurd di civakê de kiriye armanc.

Yekîtî bi awayekî aktîf beşdarî tekoşîna netewî ya Kurdistanê dibe û ji bo gelê Kurd bi destxistina mafên xwe yên demokratîk têdikoşe.

Yekîtiyê di konferansa “Şehîd Leyla Kasim” a 20-22ê Sibata 1992an de Şîrîn Amedî ji bo sekreteriyê hilbijart.

Mesrûr Barzanî amaje bi rola jinan di saziyên dewletê yên Herêma Kurdistanê de jî kir û tekezî li ser wê yekê kir ku di kabîneya 9. ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdariya jinan di postên bilind ên hikûmetê de gelekî zêde bûye.

Mesrûr Barzanî got: “Beşdarbûna zêde ya jinan di rêveberiyê de nîşana wê yekê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca başkirina rewşa jinan û bihêzkirina pêgeha wan di civakê de ye.”

Serokwezîr Barzanî xwest ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi awayekî objektîf xebatên xwe yên berê binirxîne û ji bo qonaxa bê nexşe û plan û bernameyeke berfireh amade bike.