Mesrûr Barzanî: Metran Reban El-Qes mirovekî nistimanperwerê Kurdistanê bû
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 28ê Tebaxê li ser koça dawî ya Metran Reban El-Qes peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî got, Metran Reban El-Qes mirovekî niştimanperwer û dakokîkarekî bihêz ê Kurdistanê û bi taybetî kultûra pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir, “Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê naskirî yê Kurdistanê û Metranê Dêra Kildanî, Metran Reban El-Qes bihîst.
Xwedêjêrazî Metran Reban El-Qes, mirovekî niştimanperwer û dakokîkarekî bihêz ê Kurdistanê û bi taybetî kultûra pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bû.”
Serokwezîr Barzanî di dewamê de got: “Ez sersaxiyê arasteyî Patriyarkê Dêra Kildanî Mar Luîs Sako û xwişk û birayên Kildan û hemû Kirîstiyanên Kurdistanê û malbata cenabê wî dikim û hevxemê wan im. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayiyê li hemûyan bibexşîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin