Mesrûr Barzanî tîma El-Ittihad a Erebistana Siûdî qebûl kir

06 November 2023 11:13 0 dîtin
Mesrûr Barzanî tîma El-Ittihad a Erebistana Siûdî qebûl kir

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîma El-Ittihad a Erebistana Siûdî ku ji bo maça Lîga Şampiyonan a Asyayê hatibû Hewlêra paytext qebûl kir. 

Di pêşwaziyê de Serokwezîr diyar kir, werzîş roleke girîng di nêzîkkirina gelan de û pêşxistina yekîtî û lihevhatina di navbera gelan de dilîze. 

Di daxuyaniya Rêveberiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, îro Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Klûba El-Îtihad Enmar El-Heylî, rahêner û lîstikvanan kir. 

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr di wê pêşwaziyê de ku Balyozê Giştî yê Erebistana Siûdî li Hewlêrê Mihemed Bin Silêman Aserî jî tê de amade bû, pêşwazî li şanda mêvan kir û amaje bi xwezaya werzîşê kir ku teşwîqkirina yekîtî û lihevkirinê dike. 

Serokê El Ittihad Enmar El-Haîlî û lîstikvanên wî jî diyar kirin ku ew bi hatina Kurdistanê kêfxweş in û ji aliyê xelkê Hewlêrê ve bi germî hatin pêşwazîkirin. 

Mesrûr Barzanî di dema pêşwaziya tîmê ku stêrkê Fransî Kerîm Benzema jî di nav de ye got, “Li seranserê cîhanê xelk we temaşe dikin. Ji kîjan netewe, welat, esl û olê ne ferq nake. Ew ji werzîşê hez dikin. Spor tiştek e ku dikare bandorek mezin li ser mirovan bike. Dibe ku ji bo gelek ji we ev yekem seredana Kurdistanê be, lê ez hêvî dikim ku ne ya dawî be. Hewlêr kevintirîn niştecihên cîhanê ye. Hûn bi xêr hatin. Hêvîdar im ku hûn li Hewlêrê mayînek xweş derbas bikin." 

Di çaremîn pêşbirka Lîga Şampiyonan a Asyayê de, organîzasyona herî girîng a klûbên Asyayê, tîma El-Îtihad a Erebistana Siûdî û tîmên El-Quwa El-Cewiye ya Iraqê sibê li yarîgeha Franso Herîrî ya Hewlêra paytext wê bên hemberî hev.