Mesrûr Barzanî û Pompeo peywendiyeke telefonî encam dan
PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peywendiyeke telefonî encam dan.
Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo di wê peywendiya telefonî de dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê guftûgo kirin.
Herwiha herdu aliyan di wê peywendiyê de teqezî li ser aramkirina rewşa navçeyê, nehiştina aloziyan, li ser xwe bûn û berdewambûna diyalogê kirin.
Mesrûr Barzanî jî derbarê hevdîtina li gel Pompeo li ser hesaba xwe yê medya civakî Twitterê ragihand ku wan dawîn bûyerên li Iraqê gotûbêj kirine herwiha li hev kirine li ser jinavbirina aloziyên li Iraqê bi rêya diyalogê.
I held talks this evening with @SecPompeo on recent events. We agreed on the importance of deescalating tensions in Iraq through restraint and dialogue- mb.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) January 3, 2020
Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî li ser hesaba xwe ragihand, “Di axaftina xwe ya îro bi Mesrûr Barzanî re, me çalakiya duh a parastinê û soza bo kêmkirina aloziyan nîqaş kir. Ji bo hevbeşiya wî ya bi biryar min spasiya wî kir. Me li ser pêwîstiya berdewamiya hevkariya timî û nêzîk li hev kir.”
In my conversation today with @masrour_barzani, we discussed yesterday's defensive action and our commitment to de-escalation. I thanked him for his steadfast partnership. We agreed on the need for continued, close cooperation.
— Secretary Pompeo (@SecPompeo) January 3, 2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin