Mesûd Pezeskiyan Axifî: “Tengaviya aboriya Îranê kêmasiya me ye, ne ya Amerîkaye”
PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku Îran ji aliyê aboriyê de di bin şertên giran de dijî û xelk ji desthilatê razî nîne û got:
“Tengaviya aboriya Îranê kêmasiya me ye, ne ya Amerîka ye”
Pezeşkiyan, axaftina xwe di civînên ji bo xelkê vekirî de ku 19 namzedên wezîr dê di ber çav de derbas bikin, di destpêka civîna yeklem de kir. Kabîna nû pêşkêşî meclisê kiriye û Pezeşkiyan got ku ev ‘Hukumeta Yekîtiya Netewî’ ye. Pezeşkiyan got ku dê hukumeta nû mafê xelkê biparêze û weha dewam kir:
“Îro derfete ku dengê temamê ferdên Îranê, dagerîn û guherînan bide bihîstin. Welat, di bin şertên giran de ye û aboriya Îranê di rewşekî zor de ye. Bêdaletî û nelhevhatiya di sektorên aborî, komelayetî, hawirdorî, perwerde û çandê de, bandorê li her tiştî dike.
Bi taybetî dixwazim behsa edaleta nav xelkê bikim. Wezîfa hukumetê ew e ku bi edalet tevbigere yanî xelkê razî bike. Em bi dilê xwe bi vê qaîdê bawerin. Ti dînekî, ti baweriyekî, ti îmamekî, ti pêxemberekî ji bo ti kesî di derveyê edaletê de tevnegeriyaye. Dîndar an ne dîndar, Kurd, Ereb, Tirk, Fars, ne girînge Îranî be an ne Îranî be, kî dibe bila bibe. Temamê têkoşînê bi edaletê ve girêdaye.”
Pezeşkiyan ragihand ku pirsgirêk, bi rêbazên berê nayên çareserkirin û axaftina xwe weha dewam kir:
“Temamê meselê ewe ku xelk ji me razî be lê îro xelk ji me razî nîne. Nerazîbûna xelkê ya ji me, wekî bi Xwedê re bikevin şer. Ev qûsûra me ye ne ya Amerîka an biyaniya ye.”
Pezeşkiyan, li ser tehdîdên ser Îranê jî axifî û got:
“Di serê tehdîdan de Amerîka heye. Amerîka givaşan datîne ser me lê eger em bibin yek, em dikarin tehdîdan berteref bikin. Li herêmê endîşe û şer heye, xwîn tê rêtin. Têkiliyên me bi cîranan re qelsin, sermaya me ya civakî kêm bû ye, yekîtiya me qels bûye. Îtîbara hukumetê li hemberê milletê qels bûye. Ev hemû qelsiyên me ne.”
Pezeşkiyan li ser ruşwet û bertîlan got ku wê têkoşîna li hemberê wan dewam bikin û weha dewam kir:
“Em nehatine li ser milletê hukim bikin, em hatine ji bo xizmetê bikin. Divê hukumet alava xizmetê be. Eger na, ne girînge û bê qiymete. Em dixwazin parlementerên me ji bo endamên qabîna nûh xweşbîn bin, hevkariyê bikin, rewşa deverên cuda yên welat bidin ber çav û rayên baweriyê bidin qabînê.”
Wê civînên ji bo xelkê vekirî heya 21ê Tebaxê dewam bikin û her wezîrekî di meclisê de ji hev cuda bikevin ber dengdanê.
Tê gotin ku di nav navên endamên qabînê de yên serokkomar pêşkêşî meclisê kiriye de navên Kurd, Sunnî û Belûciyan nîne û bûye sedema bertekan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin