Pezeskiyan bi hemwelatiyên xwe re axifî: Eger yekîtî nebe, wê Îran perçe bibe
PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li DYAyê li bajarê New Yorkê ji bo tevlî civîna NY bibe çûbû DYAyê û li wê derê bi hemwelatiyên Îranê re hat cem hev û got eger gengeşeyên nav welat yên heyî neqedin, dê Îran perçe bibe û weha dewam kir:
“ Xwedê neke eger li welat bûyerekî bibe, wê Azerbeycan bi serê xwe bibe dewlet, Kurdistan bi serê xwe bibe dewlet, Hûzîstan bibe dewlet û Belûcistan bibe dewletekî serbixwe. Yanî wê Îran nemîne û tev bibe kaos. Em li welatê xwe kaos naxwazin. Em dixebitin ku yekîtiya nav welat çêbikin û em ji bo wê dixebitin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin