Mexmûr | DAISê êrîsî gundekî kir

05 August 2021 12:29 0 dîtin
Mexmûr | DAISê êrîsî gundekî kir

PeyamaKurd – DAIŞê li başûrê bajarê Mexmûrê bi hawanan êrîşî gundekî kir.

Li gor nûçeyên medyaya Iraqê do belav kirine, derengên şevê çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê, hejmareke gulleyên hawanan avêtine gundê Edle yê başûrê Mexmûrê

Herwiha ligor medyayê, 3 heta 5 guleyên hawênê li nêzîkî gundê Edle ketine û hîç ziyaneke mirovî pêk nehatiye.

Mexmûr bi hemû gund û bajarokên xwe beşek in li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, lêbelê ji aliyê îdare ve ser bi parêzgeha Nînowayê ve ye.