Kerkûk | DAISê êrîsî gundekî Sergeranê kir: Xelkê gund bêyî ti ziyanekê êrîs sikand
PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê şevê din êrîşî ser gundê Lihêban yê dikeve başûrê nehiya Sergeranê kir ku piraniya xelkê wê Kurd in. Hat ragihandin gundiyan êrîşa DAIŞê bêyî ti ziyanekê bibînin têkşikandin.
Li gorî zanyariyên xwecihî, nêzîkî 30 çekdarên DAIŞê êrîşî gund kirin û xelkê gund li hember wê êrîşê rawestiyan û êrîşa çekdarên DAIŞê têkşikandin ku di encamê de hejmarek zêde ya çekdarên DAIŞê hatin jinavbirin.
Hat zanîn gundiyan bersiva êrîşa DAIŞê daye û ti kesî di wê êrîşê de zirar nedîtiye û wan nehiştiye DAIŞ derbasî nava gund bibe.
Herwiha li gorî gotinên gundiyan, hin xizmên wî gundî jî ji bo hevkariyê hatine û di parastina gund de cî girtine.
Dîsa li gorî çavkaniyên gundê Lihêbanê wan daxwaza alîkariyê ji hêzên Iraqê xwestiye lê belê bi hawara wan ve neçûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin