Mezlûm Ebdî: Armanca êrîsê têkdana îstiqrara Herêma Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, bi peyamekê êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê da xuyakirin ku armanca ji êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê, têkdana istiqrara Herêma Kurdistanê ye.
Mezlûm Ebdî got: “Doh bajarê Hewlêrê û balafirxaneya wê bûne armanca êrîşeke moşekî. Em bi tundî van cure karan protesto dikin, ku armanc ji wan têkêdana istiqrara Herêma Kurdistanê ye.”
Mezlûm Ebdî diyar kir, “Rehmetê ji bo şehîdan û hêviya başbûna bi zû ji bo birîndarên sivîl û birîndarên hevpeymanên me di Hevpeymaniya Navdewletî de dixwazim.”
دوێنی شاری هەولێر و فرۆکەخانەکەی کران بە ئامانجی هێرشێکی مووشەکی.بە توندی ئەو جۆرە کارانە سهركۆنه دەکەین کە ئامانجیان تێکدانی سەقامگیری هەرێمی کوردستانە.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) February 16, 2021
رەحمەت بۆ شەهیدەکان وهیوای زوو چاکبوونەوەش بۆ بریندارانی مەدەنی و بریندارانی هاوبەشەکانمان لە هاوپەیمانی نێودەوڵەتی دەخوازین

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin