Mijara Tirkiyê kêliya dawî ji rojeva Lûtkeya Yekîtiya Ewropa hate derxistin

13 December 2023 21:16 0 dîtin
Mijara Tirkiyê kêliya dawî ji rojeva Lûtkeya Yekîtiya Ewropa hate derxistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê di Lûtkeya Yekîtiya Ewropa ya vê hefteyê li Brukselê were lidarxistin de, mijara Tirkiyê nayê nîqaşkirin.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên YEyê, Tirkiye nayê rojeva civîna 14-15ê Kanûnê ya Serok û Serokwezîrên welatên endamên YEyê, lê biryar e sala bê pêwendiyên Tirkiye û YEyê bi berfirehî werin gotûbêjkirin.

Hate diyarkirin ku mijara Tirkiyê di kêliya dawî de ji rojeva Lûtkeyê hatiye derxistin ku dihat pêşbînîkirin, rapora derbarê pêşniyarên bo Tirkiyê de were gotûbêjkirin.

Rayedarên Yekîtiya Ewropayê jî piştrast kirine ku ji ber geşedanên dawî, mijara Tirkiyê ji lûtkeyê hatiye derxistin.