Misir: Li Xezayê selbûna (felc) zarokan destpêkir

21 October 2024 23:53 0 dîtin
Misir: Li Xezayê selbûna (felc) zarokan destpêkir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Misrê Bedir Abdulati li ser şela zarokan anku felca zarokan ya li Xezayê axifî û got:

“Ji ber êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê, aşiya an ku deqandina şela (felc) zarokan nikarin bikin. Şelbûna zarokan belav dibe û em nikarin mudaxele bikin.”

Abdulati li payîtexta Misrê li Qahîre bi wezîrê karênd erve yê Romanyayê bi Luminita Odobescu re civîna hevpar ya çapemeniyê kir û got:

“Em li ser mijarên girîngiya gihandina alîkariya mirovî, mezinbûna bobelata mirovî, şelbûna zarokan ku li Bakûrê Şerîda Xezzayê ku em nikarin ji ber êrîşên Îsraîlê mudaxeleyê aşîkirina zarokan di asta navdewletî de bikin, axifîn.”

Abdulati, êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê şermezar kir û got:

“ Min ragihand ku Îsraîl ne tenê êrîşê ser xelkê Lubnanê yê sîvîl dike, her weha dijminahiya hêzên Neteweyên Yekgirtî li Lubnanê dike, min got; em van kiryaran red dikin û şermezar dikin.”

Wezîrê karên derve yê Romanyayê Odobescu jî behsa girîngiya damezrandina dewleta Fîlîstînê û agirbesê kir, serbestberdana rehîneyan, alîkariya mirovî ya daîmî, temîna aştiya mayînde û bicîhanîna biryarên Neteweyên Yekgirtî û avakirina du dewletan kir.