Misir û Rûsya li Îskenderiyeyê tetbîqata leskerî li dar dixin

10 June 2024 20:00 0 dîtin
Misir û Rûsya li Îskenderiyeyê tetbîqata leskerî li dar dixin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku hêzên deryavaniya Rûsya û Misrê tetbîqateke leşkerî ya hevpar li dar dixin.

Li gorî nûçeya ajansa rûsî TASSê Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihandiye ku ew plan dikin bi keştiyên şer ên deryavaniya Rûsya û Misrê rahênana leşkerî ya hevpar pêk bînin.

Wezaretê daye xuyakirin ku dê tetbîqat 14ê Hezîranê dest pê bike û bi beşdariya keştiyên herdu aliyan li ser deryayê manewrayên hevpar bêne kirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku dê perwerdehiya pratîk, gihand û kontrolê bê dayîn. Wezaretê daye zanîn ku bangkirina keştiyên şer ên rûsî bo Îskenderiyeyê tê wateya bihêzkirina hevkariya deryavaniyê ya Rûsya û Misrê.