Muharrem Ince: Dengên ez ê bistînim %30-32 ye
PeyamaKurd- Namzetê CHPê yê serokkomariya Tirkiyê Muharrem Înce ragihand ku nisbeta dengên wî li dora % 30-32 ye. Muharrem Înce ragihandina xwe di ser Numberone Radyo de kir û gelek pirsan jî bersivand. İnce weha dewam kir:
“Li gor xebatên ku tên kirin, ez li ser banda 30-32a me. Rêjeyên ku % 32 jî nîışan didin hene lê rastiya wê % 30-32 ye. Di cara yekê de, wê dengên Erdoğan yên herî zêde bin. Di cara duyem de wê % 1 jî zêde neke. Ez ê di tûra duyem de bibim serokkomarê Tirkiyê.
İnce, li ser pirsa ku dê daxwaza cîgiriya xwe li Erdoğan bike an na de got ku 16 sale desthilatî di destê wan de ye. Her sal dibêje “min yewmiya herî kêm zêde kiriye û dê mijara terorê çarser bikim. Wê ji niha û bi şûnde çi çareser bike? Diviya bigota min mijara terorê çareser kir. Ez teklîfa cîgiriyê lê nakim lê ez ê bikim jiyaneka wî ya teqawudiyê ya baş hebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin