Nêçîrvan Barzanî besdarî resepsiyona Roja Yekitiya Almanyayê bû

09 October 2024 09:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî besdarî resepsiyona Roja Yekitiya Almanyayê bû

PeyamaKurd – Serok Nêçîrvan Barzanî ku li Hewlêra paytext beşdarî merasîma Roja Yekîtîya Almanyayê bû, spasî piştgirî û alîkarîya Almanyayê bo Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima 34emîn salvegera Roja Yekitiya Almanyayê bû ku ji aliyê Balyozxaneya Giştî ya Almanyayê li Hewlêrê ve hatibû organîzekirin.

Gelek rayedarên payebilind ên hikûmet û partiyan, dîplomat û mêvan beşdarî resepsiyona li Otela Dîvan a paytextê bûn.

Di vê helkeftê de Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Balyozê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê jî kêfxweşiya xwe ya li hember beşdariya Barzanî di vê pêşwaziyê de nîşan da û bal kişand ser têkiliyên welatê xwe û dostaniya li gel Herêma Kurdistanê.

Bi peymana tevlêbûnê ya ku di 3ê Cotmeha 1990an de li Berlînê hat îmzekirin, Almanyaya Rojhilat û Rojava di bin sîwana Komara Federal a Almanyayê de bûn yek.