Nêçîrvan Barzanî besdarî merasîma 92yemîn salvegera roja Nistimanî ya Siûdî bû

24 September 2022 10:01 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî besdarî merasîma 92yemîn salvegera roja Nistimanî ya Siûdî bû

PeyamaKurd  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do êvarî li Hewlêrê, beşdarî merasîma 92yemîn salvegera roja Niştimanî ya Şahnişîna Erebistana Siûdî bû.

Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de pîrozbahî li Şah Selman bin Ebdulezîz, Cîhnişînê Siudiyê Mîr Mihemed Bin Selman, Serokatî, Hikûmet û gelê Erebistana Siûdiyê kir û hêviya serkeftin û jiyaneke xweş ji wan re xwest.

Balyozê Giştî yê Erebistana Siûdiyê yê Hewlêrê li ser navê xwe û Serokatiya Erebistana Siûdiyê spasiya beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî di cejna Neteweyî ya welatê wan de kir û rêz û hurmet nîşan da.

Herwiha di merasîmê de hejmarek ber bi çav ji berpirsên bilind yên Herêma Kurdistanê, dîplomatkar û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê amade bûn.