Nêçîrvan Barzanî ji terefên siyasî xwest ku di propoganda hilbijartinê de aram û medenî bin

23 September 2024 22:57 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî ji terefên siyasî xwest ku di propoganda hilbijartinê de aram û medenî bin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Soranê bi rêvebirê wê Helgurd Şêx Necîb û rêvebirên din re civiya. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; Barzanî xwestiye ku di kampanya hilbijartina parlementoya Kurdistanê de hemû terefên siyasî bi awayekî medenî û aram bimeşînin.

Di civînê de li ser mijara ji bo pêşdeçûna Soranê, dê karibin çi bikin û çi projeyan birêbixin axifîne. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Soranê û temîna pêdiviyên xelkê danûstendinên fikrî û ramanî kirine.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Barzanî ragihandiye ku wê desteka wî ya ji bo Soranê dewam bike da rêvebiriya bajêr karibe xizmeta baş bide Soranê.

Nêçîrvan Barzanî her weha ji rêvebiriya Soranê xwest ku kampanya hilbijartinê baş bê meşandin.