Nêçîrvan Barzanî wê serdana Bexdayê bike

05 April 2024 09:02 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî wê serdana Bexdayê bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê biçe Bexdaya paytexta Iraqê.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Nêçîrvan Barzanî wê biçe Bexdayê.

Şehab got, "Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê biçe Bexdayê û bi rayedarên Iraqê re li ser bûdce, mûçe, petrol û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bicive."

Şehab di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Nêçîrvan Barzanî wê biçe Bexdayê û li ser avakirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, çareserkirina pirsgirêkan, krîzên darayî yên wek budçe, mûçe û petrolê gotûbêj bike.”