Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê 27ê Mijdarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike.
Wê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Bexdayê bike û bi hejmarek serkirdeyên siyasî yên Iraqê hevdîtinan bike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, biryar e îro Yekşemê Serokê Herêma Kurdistanê bernameya xwe ya serdana Bexdayê temam bike û bi hejmarek serkirde û berpirsên payebilind ên Iraqê re bicive.
Hat zanîn ku Nêçîrvan Barzanî dê li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Ezm Musenna Samerayî, Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Qasim El-Eracî, Serokê Tevgera Hîkme Emmar Hekîm, serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Ebû Kerer û Serokê Ofîsa Siyasî ya Nehcî Wetenî Ebû Kerar û Tevgera Sedr re bicive.
Li gorî zanyariyan biryare Nêçîrvan Barzanî, li ser mijarên wekî êrîşên Îran û Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr-Bexdayê bi aliyên siyasî û deshilatdarên hikûmeta Iraqê re dê danûstandinan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin