Nêçîrvan Barzanî Welîehdê Erebistana Siûdî pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Welîehdê Erebistana Siûdî û gelê wî kir ku wê mazûvaniya Kûpaya Cîhanî ya sala 2034ê bikin.
Federasyona Komeleyên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) ragihand ku Erebîstana Siûdî wê mazûvaniya Kûpaya Cîhanê ya 2034an bike.
Serok Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz, Welîehd Mihemed Bin Selman û gelê Siûdiyê kir.
Barzanî di peyama xwe de got, bi destxistina vê serkeftina mezin qedr û qîmetê Erebistana Siûdiyê zêdetir bû.
Erebistana Siûdî erêkirina zêdetirî 200 welatên endamên FIFAyê wergirt û welatên beşdar bi rêya înternetê li Cenevreyê bi serokatiya Serokê FIFA Gianni Infantino hatin cem hev.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin