Nêçîrvan Barzanî: Yê hilbijartinê qezenc kiriye xelkê Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hilbijartina Herêma Kurdistanê qediya û encam da, tevî PDK ji her partiyê bêhtir dengan anî jî ragihand ku yê qezenc kiriye xelkê Kurdistanê ye. Barzanî got:
“Wezîfa partiyên siyasî ewe ku piştî encama hilbijartinê bi fermî bê erêkirin, yekser hukumetê ava bikin. Hukumetekî ku îstîqrarê teşwîq bike, aboriyê xwurt bike û xelkê pêşde bibe pêwiste. Çareserkirina zahmetiyan û avakirina dahatûya me gelek girînge. Ev xebat, pêwiste di nav temamê grûbên siyasî û civakan de, yekîtiyê û hevkariyê pêkbîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî encama hilbijartinê yên ewilî hat ragihandin daxwuyaniyekî nivîskî da. Barzanî di daxwuyaniyê de xelkê Kurdistanê û temamê civakên Kurdistanê pîroz kir û got:
“Ev hilbijartin û pêvajoya dengdanê, ji bo rêwîtiya xelkê Kurdistanê ya demokratîk bixin bin temînê, pêngavekî baş bû. Ji bo serkeftina pêvajoyê û meşandina wê ya bêpirsgirêk, hevkariya temamê layan me serbilind dike û şayanê teqdîrê ye. Di encamê de, di vê serkeftinê de yê bi rastî qezenc kiriye xelkê Kurdistanê ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dewam axaftina xwe de weha got:
“Armanca hilbijartinê ew bû ku dezgeyên Herêma Kurdistanê ji nûh de rewatiya xwe nîşan dan, hemwelatî karibûn ramanên xwe aşkera bikin û dema nûnerên xwe yên parlementoyê bibjêrin, bi serbestî dengên xwe bidin. Reqabeta aştiyane kir ku xelk bi firehî tevlî kampanya hilbijartinê bibe û xelk girêdayê qiymetên demokratîke û hem girêdayê tayîna çarenûsa dahatûya xwe ye. Ev tevlîbûna hilbijartinê geşiya xelkê Kurdistanêya û nîşan dide ku çanda xwe ya demokrasiyê pêş xistine.”
Barzanî, sipasiya hêzên asayîşê, komisyona bilind ya hilbijartinê ya serbixwe ya Iraqê, hukumeta Iraqê û ji temamê terefên pêwendîdar re ragihand û got:
“Hilbijêrên aştiyane û medenî, aştiyeka ku di navdewletî de tê naskirin, bi serkeftin îfade dike. Lê xelkê Kurdistanê serkeftina esasî, di encama hilbijartinê de piştî erêkirina fermî ya hilbijartinê de, divê yekser hukumet bê avakirin û serkeftina bingehîn ji bo xelkê ev e.”
Li gor ragihandina Komîsyona Hilbijartinê; di encama dengdanê de, di parlementoya Kurdistanê de 100 kursî hene an ku wê sed parlementer cîh bigrin. PDK 39 kursî, YNK 23 kursî, Tevgera Nesla Nû 15 kursî, Yekgirtû 7 kursî, Komel 3 kursî, Helwest 4 kursî, Cepha Gel 2 kursî, Goran 1 kursî û Hevkariya Kurdistanê 1 kursî bi dest xistiye. Kontenjana pêkhateyan bi biryara dadgeha bilind ya Iraqê daxistibû 5 kursiyan ku dike sed kursî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin